İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2018
BÎLECÎK
Li gundê Karaahmetlera ku nifûsê wê 86 e û li ser Golpazariya navçeya Bîlecikê ye, cixarekêş tuneye û ji bo kesên ku diçin ziyaretê jî destûra kişandina cixarê nayê dayîn.
Gundî bi çandinî û heywandariyê va debara xwe dikin û ji avabûna gund heta niha hema bêje qet bûyerên asayîşê lê derneketine û hedîseyeke ku ji bonê çûbin edliyeyê tuneye. Cixarekêşên gund di nav 10 salên dawîn da hêdî hêdî cixare terikandine.
Kesên ku ji bo ziyaretê diçin gund, heke bixwazin cixareyê bikşînin, mecbûrî dertên dervayî gund.
Mixtarê gund Sezaî Akar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji ber ku zivistanê karên çandiniyê kêm dibin, ew li qehwexaneyan dicivin û ji xwe ra sohbet dikin. Akar daxuyand, ji ber ku di qehwexaneyan da cixare nayê kişandin, hewa pir paqij e û bi giştî êmîş tê da tê xwarin.
Akar destnîşan kir ku li gund bi qasî ew dizanin û wan ji mezinên xwe bihîstiye bûyerên asayîşê derneketiye û wiha dewam kir:
"Li gundê me tu kes ji hev naxeyîde. Nifûsa gund 86 e, 9 zarokên me bi wesayîtên pergala birin û anînê va seba perwerdeyê diçin Golpazariyê û tên. Li gundê me tu kes cixarê nakşîne. Hêngî ku Birêz Serokomarê me gotiye 'Cixarê nekşînin" û vir va li gundê me tu kes cixarê nakşîne. Li gundê me kesekî nexweş jî tuneye. Beriya ku em vê biryarê bidin, ji sedî 80-90ê gundiyan cixare dikişand, ez jî tê da. Wek mixtarê gund min jî terikand."
Harun Tekînê ku li vî gundî hatiye dinyayê, jiyaye û cotkariyê dike jî got ku wî berê çawa taştê dixwar, ew derdiket derva û cixare vê dixist.
Tekînê ku di sala 2010an da cixare terikandiye got ku wî berê rojê pakêt û nîvek cixare dikişand, lê niha jî dema kesekî cixarekêş tê cem wî, bêhneke pir pîs tê wî.
Tekîn diyar kir ku gundê wan paqij e, li gund ne kotikên cixarê ne jî bêhna pîs a cixarê heye.