Ekrem Payan
05 Gulan 2021•Rojanekirin: 06 Gulan 2021
Li Şirnexê 2 bazên ku li çolê birîndar hatibûn dîtin, piştî tedawiyê berdan çolê.
Li Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyonê ya Ajalên Kovî ya Zanîngeha Şirnexê tedawiya her du bazên birîndar ên ku ji hêla welatiyan bi qasî 2 meh berê li navenda bajêr û li navçeya Uludereyê hatibûn dîtin, temam bû.
Bazên ku radestî Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî kirin, li Baregeha Çiyayê Nimêjê yê girêdayî navendê yê 1995 metre bilind berdan çolê.
Midûrê Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî Orhan Kalay wiha got, "Daxwaza me ji welatiyan ew e ku heywanên jihalketî û yên birîndar ên ku li çolê dibînin, bînin cem me yan jî bi telefonê me jê agahdar bikin. Ew yek zehf girîng e ku mirov ajalên kovî tedawî bike û cardin berde çolê."