Ekrem Payan
10 Mijdar 2021•Rojanekirin: 13 Mijdar 2021
Li Şirnexê bazê sor û başok yên tedawiya wan hat temamkirin, berdan çolê.
Çûkên ji hêla welatiyan birîndar hatin dîtin li Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyona Heywanên Biyanî ya Zanîngeha Şirnexê hatin dermankirin.
Walî Alî Hamza Pehlîvan bazê sor û başok yên ku hatine dermankirin li Deriyê Cebraîlê ya Çiyayê Cudiyê berda çolê.
Pehlîvan ji rojnamevanan ra daxuyand midûriya şax û herêma Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê ji bo parastina heywanan xebatên baş dikin, heywanên birîndar derman dikin.
Pehlîvan anî ziman li herêma Çiyayê Cudî qasî 50 cure nebatên endemîk û gelek cure heywan hene û divê ew bên parastin.
- Ji 3 kesan ra 185 hezar û 818 lîre ceza hatiye birîn
Walî Pehlîvan got 50 xezal li herêmê zêde bûne û îsal jî wan 40 xezal berdane siruştê û wiha dewam kir: "Em her tim dibêjin nêçîra heywanan qedexe ye. Kesên guh nadin qedexeyan tên cezakirin. Ji 3 kesan ra 185 hezar û 818 lîre ceza hat birîn."