22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Li Stenbolê hin şirketên rêhewayê ji ber berfa ku dibe bibare 155 seferên hûndir û derveyê welêt ên li Balafirgeha Ataturk û Sabîha Gokçenê betal kirin.
THYê ji ser malpera xwe ya înternetê daxuyanî da û diyar kir ku ji ber şert û mercên hewayê di xetên hundir û derveyê welêt de îro 41 û sibê jî 90 seferên ku wê bihatina kirin hatin betalkirin.
Hat gotin ku rêwî beriya rêwîtiya xwe wê agahiyên dawîn ên der heqê balafira ku wê pê biçin de dikarin ji ser malpera "www.turkishairlines.com"ê û têlefona bi nimreya "444 0 849"an hîn bibin.
Onûr Aîrê jî ragihand ku ji bo îro 6 û ji bo sibê jî 4 seferên xwe betal kirin. Rêwiyên ku bixwazin der heqê rewşa dawîn de agahiyan hilbidin jî dikarin li nimreya têlefonê 0850 210 6687an bigerin.
Atlas Jetê jî di daxuyaniya ku parve kir de destnîşan kir ku ji bo îro û sibê bi tevahî 7 seferên xwe yên hundir û derve betal kirine û rêwî dikarin her wextê ji ser nimera têlefonê 0850 222 00 00î agahiyên der heqê rêwîtiya xwe de hîn bibin.