20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2016
ÎZMIR
Penaberên sûrî yên ku ji ber şerê navxweyî ya Sûriyeyê xwe spartin Tirkiyeyê, niha li Torbaliya navçeya Îzmirê di konên laylon de dijîn. Malbatên penaber bê ceyran, bê av li ber xwe didin ku vê zivistanê derbas bikin.
Penaberên ku hejmara wan qasî 500î ye li eraziyên vala yên ku di navbera navçeyên Torbali û Bayindirê de, di konên laylon de dijîn. Xwarin, vexwarin, cil û berg, tiştên din ên ku ji bo jiyana mirovan pêdiwî heye kêm e. Hin xêrwaz alîkariya wan dikin, lê dîsa jî ev têrê nake ku rewşa wan baştir be.
Ji ber ku hewa sar e ji penaberan gelek nexweş in û derfeta wan tune ku ew herin nexweşxaneyê.
- "Hewa pir sar e"
Îbrahîm Îslemen Evdilezîz el-Xidir got ku ew bi jina xwe Şemse û herdu keçikên wî Betul û Zeyneb ên ku yek 2 û yê din jî 3 salî ne ve ji Hesekeyê hatine Îzmirê.
Xidir got ku ji bo zarokên xwe ew hewl dide ku bijî û bixebite lê debara wan tune.
Xidir wiha axivî: "DAEŞ û PYD şer dike, lê em dimrin. Ez dixwazim zarokên min di nav ewlehiyê de mezin bibin. Ji ber ku li ser wan de bombe dibarîn em hatin vir. Hewa pir sar e û em dixwazin germ bibin. Em aciziyên xwe bibêjin xilas nabin. Em ê çi bikin û zivistanê çawa derbas bibe em nizanin."