Fecri Barlık,Abdurrahman Binay
27 Nîsan 2025•Rojanekirin: 29 Nîsan 2025
Li Kurtalana navçeya Sêrtê barana gur bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li navçeyê êvarê baran barî, lêhî çêbû.
Hin kuçe û kolan di binê avê da man û li ser rêyan golên avê çêbûn.
Qata binê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Kurtalanê, hin mal û kargeh û baxçeyê şaredariyê di binê avê da man.
Ji ber heriya ku çêbû li taxa Uluagaçê ya li ser rêya Sêrt û Bayqanê rê ji hatin û çûyînê ra hat girtin.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên Şeftiya Şaxa 94emîn a Rêbejên Sêrtê, ekîbên agirkujiyê yên şaredariyên Sêrt û Kurtalanê û tîmên AFADê çûn herêmê.
Ekîban rê paqij kir û rê ji bo hatin û çûyînê hat vekirin.
Qaymeqamê Kurtalanê Samet Serîn xebata ekîban ji nêz va şopand.