Li Sêrtê ekîbên polêsan bi şika qaçaxçîtiyê tirimbêlek da sekinandin, kesên di tirimbêlê de gule berdan polêsan û di encamê de polêsek mir.
Li gor agahiyan kesek jî di tirimbilê de mirî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, ekîbên Midûriya Şaxa bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê re Berxwedanê li ser rêya Sêrt-Erûhê, bi şika qaçaxçîtiyê tirimbêlek da sekinandin. Ji tirimbêla ku polêsan da sekinandin gule berdan polêsan.
Ekîba polêsan jî li hemberî gule berdana wan bertek nîşan da. Ji polêsan Bunyamîn Torgut (30) birîndar bû. Torgûtê ku birin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê li vir mir.
Li cihê bûyerê lêkolîn hatin kirin. Di tirimbêlê de kesek mirî hat dîtin. Lê nayê zanîn ku kesê ku ji tirimbêlê revî ew kuşt an ew bi guleya polêsan mir. Lêkolîn berdewam dikin.