Li Sêrtê xasên ku di zeviyê da man, dan heywanan.
Sadik Zamurê (60) ku li bexçeyê xwe yê 4 donimî da xas ajot daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir xasên ku ajotin di bexçe da man.
Zamur 10 xasên ku di meha nîsanê da ajotibûn di bexçe da man û wiha got: "Em ketin zirarê. Heger bihata firotin minê 20 hezar lîre qezenc bikira. Ji ber ku di bexçe da man, me jî da dewarên xwe."
Zamur diyar kir ku divê heta niha xas bihata firotin û got Xwedê keda kesî berhewa neke û wiha dewam kir: "Dema ji derva xas tê li Sêrtê tê firotin, lê xasên li vir tên ajotin nayê kirîn."