13 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Fona Alîkariya Zarokan a NYyê (UNICEF) ragihand ku li Sûriyeyê zarok herî zêde di sala 2016an de mirin. Sala çûyî herî kêm 652 zarok mirin.
Li gorî rapora UNICEFê ya herî dawîn, li Sûriyeyê zarok zilmeke mezin dibînin. Di raporê da tê gotin ku hejmara zarokên mirin, seqet man û 7 salî ketin nav şer sala çûyî pir zêde bû.
Herwiha li gorî raporê 255 zarok li dibistanê mirin. Zarokên 7 salî bi dara zorê bûn şervan, êrişkarê xwekujiyê, xerdiyan û celad.
Berdevka Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur a UNICEFê Juliette Toumayê der barê raporê de got ku zarokên li Sûriyeyê perîşan bûne.
Di raporê de hat gotin ku nexweşxane û xebatkarên nexweşxaneyên herî kêm 338 caran rastî êrişan hatine. Zarokên ku ji gule û teqînê filitîn jî ji ber nexweşxaneyan mirin. Herwiha di bin dorpêçê de 280 hezar zarok, li cihên ku nikarin bigihênê jî 2,8 milyon zarok li benda alîkariya mirovî ne.
Li gorî raporê 2 milyon zarok jî bê dibistan mane. Ji sala 2011an vir ve 6 milyon zarok bi saya alîkariyên mirovî dijîn, ji 2,3 milyonan zêdetir zarok jî li Tirkiye, Libnan, Urdun, Misir û Iraqê weke penaber dijîn.