Önder Beyter
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 30 Mijdar 2017
TUNCELÎ
Li Tunceliyê ji ber berfa ku ji serê sibê vir va dibare, rêyên 80 gundan hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Nazîf Yildirim daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li Tunceliyê li tevahiya bajêr berf dibare.
Yildirim bal kişand ku bi taybetî jî li noqteyên serdest berf zehf dibare û wiha dewam kir:
"Li navçeyên Ovacik, Pulumur, Hozat, Pertek û Nazimiyeyê qalindahiya berfê gihîşt 30 santêmêtroyî. Ji ber berfê li van navçeyên me rêya 80 gundî hat girtin. Ekîbên me herwiha li deverên ku berf dibare, kontrolên xwe didomînin. Heya niha ji bo jiyana rojane tu tesîreke neyênî rû nedaye. Jixwe ekîbên me ji bo têkoşîna dijî berfê di amadebaşiyê da bûn. Ji ber hindê bi destpêkirina barîna berfê ra ekîbên me jî dest bi xebatên xwe kirin û rêyên ku xitimîne vedikin."