Ömer Tarsuslu
24 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2024
Li Qersê di sir ê seqemê da qismekî Şelaleya Susuzê qerimî.
Li bajêr germa hewayê daket binê sifirê û sir û seqem heye.
Cem, robar û golên piçûk ên bajêr cemed girtin, qismekî hin şelaleyan qerimî.
Bi berfê ra bager rabû û di hin rêyan da cemed çêbû.
Di sir û sermayê da qismekî Şelaya Susuzê ku ji 75 mêtreyan diherike û dikeve ser rêya Qers û Erdexanê jî qerimî.