Orhan Sağlam,Sayim Harmancı,Sabri Yıldırım,Berfin Sidar Aşit
14 Sibat 2026•Rojanekirin: 15 Sibat 2026
Li Wan, Hekarî û Bedlîsê ji ber berf û bagerê rê hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê, ji ber berf û bagerê, rêya 43 wargehên li seranserê bajêr rê girtî ne.
Li gorî agahiyên ku ji Îdareya Taybet ya Hekariyê hatine wergirtin, ji 6 wargehên ku ji ber berfa li bajêr rêya wan hatibûn girtin, rêya 5 wargehan hatiye vekirin.
Barana ku ji şeva borî ve li bajêr dest pê kir hîn jî berdewam dike.
Li Bedlîsê jî ji ber berfê rêya 5 gundan girtî ne.
Tîmên Îdareya Taybet ya Bedlîsê xebatên xwe yên paqijkirina berfê didomînin.