Emre Ilıkan,Muhammed Onur Yavrutürk,İbrahim Yaldız
18 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2023
Li Wanê berf û bagerê rêya 138 cî û waran girt.
Li bajêr duh baran barî û bişev jî vegerande berfê.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, ji ber rewşa hewayê di çûyîn û hatinê da tengasî çêbû û berfê rêya 138 cî û waran girtin.
Ekîbên berfê yên şaredariyê ji bo vekirina rêyên tax û mezreyan, xebat dan destpêkirin.
Berfê navenda bajêr spî kir û li ser kuçe û kolanan xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.
Ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî çênebe, ekîbên Midûriya Herêma 11emîn li ser kar in.
Bişev ji ber berf û bagerê rêya Çaldêran û Bazîdê li texma kirê Tendurekî hat girtin û serê sibehê cardin hat vekirin.
- Mûş
Li Mûşê duh êvarê berfê dayê û navenda bajêr û deverên bilind spî bûn.
Li bajêr sir û serma heye û parkên lîstikê û wesayît di binê berfê da man.
Welatiyan berfa ser wesayîtên xwe avêt.