İsmail Şen
11 Nîsan 2021•Rojanekirin: 15 Nîsan 2021
Xarpêta taxa Elezîzê ya ku koka wê digîhêje şaristaniyeke 4 hezar salî, ji ber qedexeya derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ketiye rewacê, bêdeng ma.
Taxa Xarpêtê di Lîsteya Mîratên Berwext a Dinyayê ya Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) da cih digire û her tim mazûwaniya ziyaretvanan dike.
Lê ji ber qedexeya derketina derva û banga Walîtiya Elezîzê kuçe û kolan bêdeng man.
Ji demên qedîm vir va Xarpêtê mazûwaniya Urartuyan, Hurriyan, Asuriyan, Selçûkiyan, Bîzans û Osmaniyan kiriye. Ji ber bermayî û berhemên van şaristaniyan, dîrok û xwezaya wê navçe balê dikşîne û gelek kes tên ziyaretê.