27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
HAKKARÎ
Li gundekî Yuksekovaya navçeya Hekariyê yê ku ji ber berf û bagerê rêya wê hatiye girtin Orhan Aktolgayê 50 salî nexweş ket. Bi xebata ekîban va Aktolga gihandin nexweşxaneyê.
Rewşa Aktolgayê nexweşê şekir ê ku li gundê Adakliyê ya ku 20 kîlometreyî dûrî navçeyê ye giran bû, ji ber ku rê girtî bû nikaribûn rakin nexweşxaneyê.
Haya ekibên tenduristiyê pê xistin li ser vê ambulans derkete rê û di berfê da asê ma.
Ekîbên tenduristiyê bi alîkariya gundiyan va jî nikaribûn ambulansê ji berfê derxin li ser vê ekîbên paqijkirina berfê yên şantiyeya Yuksekovayê hatin alîkariyê.
Di encama xebatên ekîban da ambulans ji berfê hat derxistin û gihîştin gundê ku nexweş lê ye.
Piştî xebata ku 3 saetan ber xwe da Aktolga rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuksekovayê.
Ugur Toreciyê eqrebeyê Aktolga daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku ji ber berf û bagerê nikaribûne bi îmkanên xwe nexweşê xwe bibin nexweşxaneyê ji bo vê jî alîkarî xwestin. Torecî wiha got, "Aktolga nexweşê şekir e û alîkî vî şil bûye. Ev çend sal e ev nexweşiya pê ra ye. Ev 2 roj e nexweşiya wî zêde bû. Me ji ekîban alîkarî xwest û demildest hatin. Gelekî sipas dikim."