27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
KARS
Li Qersê ji bo heywanên beyanî ên ku ji ber berf û bagerê nikarin ji xwe ra qut û alif bibînin û dadikevin nav gundan qut û alif li çil û çiyan hat belavkirin.
Heywanên beyanî ên ku ji ber berf û bagerê nikarin alif bibînin û birçî dimînin dadikevin nav Kuçuk Yusufa gundê navendê. Latîf Ulakçiyê wekîlê mixtar ji bo ku pêşî li van heywanan bê birîn daxwazname da Walîtiya Qersê.
Li ser vê Walîtiyê telîmat da Midûriyeta Karên Av û Daristanê ku pê ra eleqedar bibin. Ekîbên Karên Av û Daristanê ji bo ku heywan neyên nav gund li çil û çiyayên gund ji wan ra alif belav kirin.
Midûrê Karên Av û Daristanêyê Bajêr Murat Doganay daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şert û mercên zivastanê giran derbas dibin û ji ber vê jî heywanên beyanî nikarin zikê xwe têr bikin.
Doganay got, "Em di zivistanê da ne û germahiya hewayê di binê sifirê da 25 pile ye. Ji bo heywanên beyanî demeke zor e. Gur, ruvî û heywanên din nikarin ji xwe ra xurekê bibînin û ji ber vê jî dadikevin nav gundê Kuçuk Yusufê."
Doganay destnîşan kir ku li ser daxwaza gundiyan ji bo ku van heywanan ji gund dûr bigrin dixebitin û wiha pê da çû:
"Mixtarê gund ji bo vê serî li Walîtiya Qersê xist û xwest ku bira tevdîr bên girtin. Me jî bi telîmata birêz Walî va xurek ji bo heywanan belav kir. Xebatên me bênavber dewam dikin."
Latîf Ulakçiyê wekîlê mixtarê gundê Kuçuk Yusufê jî got, "Heywanên beyanî êrîşî gund dikirin. Zarên me nikaribûn herin xwendingehê û tengasî dikişandin. Ekîbên Midûriyeta Karên Av û Daristanê bi telîmata Walî va alif belav dikin. Em ji wan ra sipas dikin."