23 Hezîran 2016•Rojanekirin: 28 Hezîran 2016
VAN
Li Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Zanistên Kompîturê bi navê "em piştî fitarê bicivin, çaya we ya semawirê ji me" çalakiyek li dar xist.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji zanîngehê hat dayîn, çalakî li ber avahiya navendê hat lidarxistin û wê heya dawiya remezanê dewam bike, çalakî bi mebsta xurtbûna yekîtî piştevaniyê hat lidarxistin.
Ji bo bernamê eleqe zêde ye û çay, mecûna mesîrê û kafêt ji welatiyan ra hat îkramkirin.
Rektorê YYUyê Prof. Dr. Peyamî Battal jî beşdarî çalakiyê bû û li zarokan şekirê mîna pembû belav kir û bi welatiyan ra eleqedar bû.
Çalakiyê heta paşîvê dewam kir û Alîkarê Rektor Prof. Dr. Ahmet Kazankaya, Midûrê Ciwantî û Sporê yê Bajêr Nevzat Înanç û amîrên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.