Abdullah Tel
04 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
Mêşvanên gerok ên ji çar aliyê Tirkiyeyê bo bidestxistina hingivekî bi qelîte hatine zozanên Sariqamîşê niha bi kelecan in lewra wextê vekirina kewaran û derxistina hingiv dest pê kir.
Zozanên Sariqamîşê ji hêla hewaya va gelek paqij e û nebatên curbecur li ser xwe dihewîne ev yek jî ji bo mêşên hingiv û mêşvanan nîmetekî mezin e.
Mêşvanên di mehên biharê ji bo hingivekî şîrintir û bi qelîte hildin ji çar aliyê Tirkiyeyê tên zozanên Sariqamîşê û kewarên xwe datînin.
Bi hatina payîzê va dema vekirina devê kewaran hat, mêşvanên ev 6 meh in bi şev û roj li ber kewarên xwe ne, mêşên xwe bêxwedî nehiştin jî bi kelecan in.
Ji kewaran derxistina hingivê bitehm ê bo gelek nexweşiyan derman e jî dest pê kir. Mêşvanên kewarên xwe vekirin û hingiv derdixin piştî kar û barên xwe biqedînin wê kewarên xwe bibin bajarên rojava.
Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqamîşê Nesîm Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê ji cihên hingivê herî biqelîte jê tê yek jî zozanên Sariqamîşê ne.
Gok diyar kir ku îsal li herêmê hişkayî zêde bû û wiha domand: "Ji ber bayê samî ku zêde hat nebat zû hişk bûn û îsal jî mêş zêde bûn ji ber van sedeman jî dahat li gorî par ji sedî 20 kêm e. Ev yek li ser eleqedaran jî tesîr kir lê dîsa jî hingivê herî biqelîte yê welatê me hema bêje ji hêrema me derdikeve."
Mêşvan Mesut Bayrakê ku kewarê xwe anîbû Sariqamîşê destnîşan kir ku ew ji Orduyê hatiye wir û wiha pê da çû: "Rekolteya îsal ji ber germahiya zêde bi qasî ji sedî 20î daket. Çîçekên li vê derê curbecur in û ev yek jî tehma hingiv xweştir dike. Mêşên me hingivê bi qelîte çêdikin."