Haydar Şahin
03 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2019
Li Sêrtê sîqalkê garisan ê koka wî li ber qelandinê ye hat dîtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr di dema konrtola ewlehiya rê da li rexê rê refa çivîkan dîtin.
Di nav çivîkan da yeke baskê wê şikestiye hat dîtin û di lêkolînê da hîn bûn ku ev sîqalkê garisan e û koka wî li ber qelandinê ye.
Ekîban sîqalka baskşikestî teslîmî Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Sîqalka birîndar ew ê were dermankirin û paşê bişînin Navenda Rehabilistasyonê ya Wanê.