Haydar Şahin
10 Tebax 2018•Rojanekirin: 14 Tebax 2018
ELAZIG
Jinên ku havînê bi malbat û heywanên xwe ra koçî zozanan dikin li dijî şert û mercên dijwar ên jiyanê têkoşînê didin.
Hin caran rêwîtiya malbatên heywandar ên ku bi heywanên xwe ra derdikevin zozanan dîmenên xweşik derdixin holê lêbelê ji bo jinan dibe destpêka jiyaneke zor û zehmet.
Bi hezaran jinên ku bi zarok, mêr û mezinên xwe ra derdikevin zozanan di konên pînekirî da dixebitin û rojên xwe derbas dikin.

Mesaiya jinan bi zelalbûna rojê va dest pê dike û hetanî tarî bikeve erdê dewam dike. Jin li zozanên ku lê ceyran û tesîsata avê tune li ser agirê kuçik xwarinê dipêjînin, avê dikişînin, heywanan diçêrînin, kincan dişon û zarokên xwe xwedî dikin.
Ayşe Bahçeciogluya 36 salî ya ku li Paloya navçeya Elezîzê koçî Zozana Deştabotan a ji ber terorê bi salan girtî mabû kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî zewacê ji bo wê rêwîtiya zozanan dest pê kir.
Bahçecîogluyê got 16 sal e bi mêrê xwe ra tê zozanan, bizinan xwedî dikin, ji şîrê wan penêr, rûn û mast çêdikin û pê debara xwe dikin.
Bahçecîogluyê got li zozanan hewa sar e, serma û ba heye, car caran jî şilî dibare.

Bahçecîogluyê got dema xwarinê çêdikin, zarokan dişon tengasiyê dikişînin û wiha pê da çû: "Li zozanan jiyan zor û zehmet e. 6 zarokên min hene. Heke mecbûr nemînin em ê neyên."
Bahçecîogluyê got li zozan jiyan ji bo jinan zehf zor e, dema xwendingeh tên tetîlkirin bi zarokên xwe ra derdikeve zozanan û daxwaza ya herî mezin ew e ku zarokên wê bixwînin bibin xwediyê meslegekî.
- "Gund û zozan wekî hev nînin"
Meral Bahçeciya 47 salî ya ku zarokên wê tunin jî diyar kir ku bi mêrê xwe ra derdikeve zozanan, li zozanan beriya tav bide roja wan dest pê dike.
Bahçeciyê got konê xwe wekî malê dibînin, paqij dikin, pişt ku xwarinê çêdikin jî bi heywanan ra eleqedar dibin û li zozanan jiyan zor e.
Bahçecî wiha pê da çû: "Karê me û karê yên li bajaran wekî hevdu ne? Li vê derê zorî û zehmetî heye. Zozan û bajar wekî hev nînin. Gund û zozan jî wekî hev nînin. Dema tarî dikeve erdê li vê derê ceyran tune. Em firaqên xwe li ser kaniyê dişon, lêxistina nan jî zor e."
Îpek Bahçecîogluya 13 salî ya li zozanê jî got di xwedîkirina birayê xwe yê 2,5 salî da aliyê dayika xwe dike.
Bahçecîogluyê qala xeyalên xwe kir û got dixwaze ku bixwîne, di dersên xwe da bi ser bikeve û bibe ceraha mêjî.