25 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
ŞIRNAK
Li Îdila navçeya Şirnexê ya ku lê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê dewam dikin, li ciyê ku pevçûn dewam dikin li ser daxwaza kal û pîreke ku mala wan nêzîkî herêma pêvçûnan e hêzên ewlekariyê ew ji wê derê derxistin û birin nexweşxaneyê.
Ji ber tirsa bûyerên terorê bi hezaran kes cî û warên xwe terk dikin. Ji ber bûyeran hindik kes li navçeyê mane. Ji bo ku welatiyên li wê derê mane mexdûr nebin hêzên ewlekariyê daxwazên welatiyan yên ji bo karên tenduristiyê û hewcedariyê organîze dikin.
Di vê çarçoveyê da hêzên ewlekariyê alîkarî dan malbatake li taxa Turgut Ozalê.
Malbata ku mala wan li ser kolana Adîle Naşîtê ye li xeta 155ê a polêsan getiya û alîkarî xwest ku herin nexweşxaneyê. Li ser vê ambûlansa bizirx hat amadekirin.
Wesayîtên Kobrayê ambûlans parastin û çûn Kolana Adîle Naşîtê.
Hêzên ewlekariyê ewlehî pêk anîn û têlefonî H.B. yê 67 salî kirin. Kalê û pîrê ji malê derketin û li ambûlansê siyar bûn. Polêsan aliyê malbatê kirin û eşyeyê hildane cem xwe bar bikin.
H.B. destnîşan kir ku rewşa wî baş e lê belê rewşa jina wî hinekî nebaş e û ji bo alîkariyê ji hêzên ewlekariyê ra sipas kir.