Nihat Kavşut
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
HATAY
Li Îdliba Sûriyeyê di çarçoveya "Projeya Hafiztiyê ya Qur'ana Pîroz" da ku saziyên sivîl yên civakî dan destpêkirin Weqfa Alîkariya Însanî û Maf û Azadiya Însanan (ÎHH) xelat da telebeyên serkeftî.
Selîm Tosunê Berpirsyarê Medyayê ya Xebatên Sûriyeyê ya ÎHHyê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir li Sûriyeyê ji ber şerê navxweyî di warê perwerdeyê da pirsgirêkên mezin hene.
Tosun diyar kir saziyên sivîl yên civakî projeyên curbecur dikin û wiha got: "Wek weqf em jî ji bona nifşên wê pêşeroja Sûriyeyê ava bikin perwerde bibin hewl didin. Herî dawîn li Îdlibê di çarçoveya Projeya Hafiztiyê ya Qur'ana Pîroz da me xelat da 325 telebeyên serkeftî."