Haydar Şahin
27 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2017
BÎNGOL
Di çarçoveya "Projeya Em Anadolu Ne" ya ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî hat amadekirin da 120 xwendekarên di koma 3yan da ji Bîngolê şandin Karabukê.
Di çarçoveya projeya ku bi destê Walîtiya Walîtiyê tê rêvabirin da 3 kom xwendekarên ku ew ê Karabukê ziyaret bikin bi merasimê hatin oxirkirin. Merasim li hewşa Midûriyeta Şaxa Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bejêr hat lidarxistin, Walî Alî Manti di merasimê da axivî û diyar kir ku di qefleya ewil ya duduyan da 200 xwendekar şandin Karabukê.
Manti got ku bi tevahî 400 xwendekarê Karabukê û 600 xwendekarê jî Muxlayê ziyaret bikin, ew ê xwendekaran kom kom bişînin van bajaran.
Walî Manti, Şaredar Yucel Barakazî, Midûrê Perwerdeya neteweyî Kadrî Engîn, Midûrê Ewlekariya Bajêr Metîn Akay, xwendekar û malbatên xwendekaran wêneya xatireyê kişandin.
Paşê Manti li otobêsê siyar bû û qasî demekê bi xwendekaran ra axivî.