Önder Beyter
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
BITLÎS
Li Elcewaza navçeya Bitlîsê li taxa Budakli (Pêto) ya girêdayî bajarokê Aydinlarê (Kazoxa), pirsgirêka avê ya ku bi salan e dewam dike, çareser bû.
Di çarçoveya projeya ku bi alîkariya dewletê hat amadekirin da ji çavkaniyeke qedera 25 kîlomêtro dûr, av anîn taxê.
Qaymeqamê Elcewazê Arîf Karaman di merasîma dawîlêhatina projeya ava vexwarinê da xeber da û destnîşan kir ku ji ber çareserbûna pirsgirêkê her kes kêfxweş e.

Karaman di axaftina xwe da bal kişand ser xebat û xizmetên şaredariya bajarokê û wiha dewam kir, "Bajarok pir paqij e û bi pergal e. Piraniya van xizmetan bi projeyên hîbeyê yên dewlet û hikûmeta me pêk hatin. Di pêkhatina van hemû projeyan da ez spasiya wan hemû kesan dikim ku keda wan çêbû."
Şaredarê Bajarokê Kazoxa Arîf Tusun jî diyar kir ku wan ev av bi piştevaniya dewlet û hikûmetê va ji çavkaniyeke nêzîkî 25 kîlomêtroyî dûrî taxê anî.
Tusun bal kişand ku projeyê 3,5 milyon lire girt û herwiha wan ji butçeya şaredariyê bona projeyê pere xerc nekir û wiha dewam kir:

"Di serî da ez spasiya Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Parlementerê Bitlîsê brêz Vedat Demîroz dikim ku di pêkhatina van projeyan da gelekî alîkariya me kir, herwiha ez spasiya Şaredarê Elcewaza me Necatî Gursoy dikim ku li her platformê ev mijar dikir rojev. Dîsa ez spasiya Qaymeqamê me Arîf Karaman û her kesekî xwedan ked dikim."
Şaredarê Elcewazê Gursoy jî bal kişand ku di 2 hezar û 500 raqimî da û ji 25 kîlomêtroyan dûr, avanîn ne karekî hêsan e û wiha got, "Heger alîkariya dewlet û hikûmeta me nebûya ev kar ne mimkûn bû. Gelek kêşe derketin. Bo nimûne, gundê ku av firot paşê poşman bû. Lê Xwedê jê razî be, mezinê me, brêz Hecî Welî Çokyaman ket dewrê û gundî qanî kirin."