Haydar Şahin
05 Adar 2019•Rojanekirin: 06 Adar 2019
Ekîbên Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) li Bexçesaraya navçeya Wanê ligel xetereya aşîtê hewl dan ku şebekeya avê ya xira bibû temîr bikin.
Li gor daxuyaniya VASKÎyê, ekîb ligel şert û mercên dijwar dixebitin ku şebekeya xirab bûye temîr bikin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Başûr a VASKÎyê ji bo temîrkirina şebekeya avê ya li Taxa Çatbayirê xirab bibû dest bi xebatan kirin.
Ekîbên VASKÎyê li herêma ku qalindahiya berfê wê digihîje 3-4 mêtreyan ligel xetereya aşîtê dixebitin.
Ekîb qasî kîlomêtreyekî rêya bi berf meşiyan û gihîştin ciyê erizeyê, bi piştgiriya welatiyan xebitîn û şebeke temîr kirin.
Gelê taxê ji ekîbên ku ji bo şebekeyê temîr bikin xebitîn ra sipas kirin.