Türkan Tosun
05 Adar 2019•Rojanekirin: 08 Adar 2019
Li Qersê welatiyekî bi navê Hasan Kaya yê ku berber e ji bo zarokên gundan traş bike bi navê "Bila zarokekî gundan jî bêtiraş nemîne" xebatek da destpêkirin.
Kaya ji bo ku porê zarokên li gundan dijîn bibire diçe gundan, wan tiraş dike û vedigere kargeha xwe.
Kaya çû gundê Kumbetliya li ser navenda Qersê porê zarokan birî, zarokên cara ewil e ku berber porê wan dibire kêfxweş bûn.

- "Min xwest bila ew bi destên hosteyan va bên tiraşkirin"
Berber Hasan Kaya ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li gundan derfeta zarokan tune ku herin bajêr traş bibin, ji ber vê yên porê wan dibirin jî baş nabirin û wiha axivî: "Yên ecemî zarokan baş tiraş nakin. Min xwest bila ew bi destên hosteyan va bên tiraşkirin, xweşik xuya bikin. Min karê xwe berda û ez hatim, tu tişt ji min kêm nebû. Kêfxweşiya zarokan, kelecana wan berdelê her tiştî ye. Heta ku ji destê min tê ezê wiha dewam bikim."
Alîkarê Midûrê Dibistana Seretayî ya Kumbetliyê Muharrem Çinar jî got derfeta zarokan tune ku herin bajêr tiraş bibin ji ber wê ew sipasiya berber Hasan dikin ku karekî wiha baş ji bo zarokan dike.

Çinar got Ew bi dildarî tê û diçe û wiha axivî: "Em wek rêvebiriya dibistanê sipasiya wî dikin. Hin zarokên me hene ku di jiyana xwe da rûyê makîneyê û berber nedîtine. Ew şabûna wan, kêfxweşî û kelecana wan me jî hestiyar dike."
Ji xwendekara Omer Ersari jî got wî cara ewil bi destê berberekî tê tiraşkirin û ji ber vê pir kêfxweş e.
Yusuf Çeçenê diçe pola duduyan jî kêfxweşiya xwe anî ziman.
Xwendekar Onur Kardaş jî got derfeta wan tune ew herin bajêr tiraş bibin û wiha dewam kir: "Berê diya min û bavê min ez tiraş dikirim, nebaş tiraş dikirin. Cara ewil berber hat dibistanê, poê min birî. Em pir xweşik bûm."