Haydar Şahin
17 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2018
VAN
Seyfettîn Bedîrê li Erdîşa navçeya Wanê dijî, tamîrkariya saetan a ku wekî hewas dest pê kiribû 43 sal e bi hewleke mezin didomîne.
Bedîrê 63 salî yê ku li Taxa Salihiyeyê rûdinê di sala 1975an da saeta xwe ya xirab bibû temîr kir û paşê wekî hewas dest bi temîrata saetan kir.
Bedîr meslekê xwe yê ku bi hewla xwe hîn bibû di odeyeyeke li mala xwe ya vegerandiye dezgeh da didomîne.
Bedîrê ku saetên kevn kom dike wan temîr dike û ji xwe ra dike koleksiyên. Demir ji bo vî karî hînî ciwanan bike hewl dide.
Bedîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku saetên mekanîk ên cînaran û saetfiroşên li bazarê bêpere temîr dike.
Bedîr destnîşan kir ku vê demê temîrkarên saetên mekanîk zêde nemane û wiha pê da çû: "Saetên dijîtal ketin dewsa saetên mekanîk. Ji bo ev mesleka dewam bike dixwazim hînî ciwanan bikim. Mereqa min li ser saetan hebû, ji 15 saliya xwe vir da min saet xirab kirin û temîr kirin. Wê çaxê saetên mekanîk hebûn."
Bedîr got ku hetanî vê çaxê her tim li malê xwebitî û bi tena serê xwe ev kara hîn bû û wiha axivî: "Nika ji ku derê tê bira were ez saetên mekanîk temîr dikim. Tu pereyî ji wan naxwazim."