29 Îlon 2015•Rojanekirin: 29 Îlon 2015
ŞIRNAK
Mamosteyên ku tayînî Silopiyê bûn, hatin navçeyê û rayedarên Midûriya Perwerdeya Millî ya Navçeya Silopiyê mamoste bi çîçekan pêşwazî kirin.
Midûrê Şaxa Perwerdeya Millî ya Navçeya Silopiyê Bîlal Gungoren û kesên pê ra mamoste bi wesaîtên xwe birin Midûriya Perwerdeya Millî ya Navçeyê. Mamoste wê li vê derê nivîsên xwe yên destpêka wezîfeyê hildin.
Midûrê Perwerdeya Millî yê Navçeya Silopiyê Bulent Dayanan daxuyanî da û got ku 425 mamosteyên ku tayînî navçeyê bûne, wê nivîsên xwe yên destpêka wezîfeyê hildin û dest bi wezîfeya xwe bikin.
Dayanan ji mamosteyan ra serkeftin xwest û wiha got: "Me ji bo mamosteyên xwe yên ku nû hatin tayînkirin, hemû derfetên xwe seferber kirin."
Mamosteyan jî got ku ew li navçeyê baş hatin pêşwazîkirin û ji vê pêşwazîkirinê kêfxweş bûn.