25 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2015
VAN
Mamosteyên ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wezîferdar in him dersê didin û him jî ji ber serma û seqemê li ber xwe didin.
Li taxa Derebeyê ya ku 60 kîlomêtro dûrî Wanê ye, 4 mamosteyên jin digel şert û mercên dijwar ên zivistanê dixebitin.
Bîrsen Kayaya ku ji Sakaryayê hatiye û 3 sal e li Wanê dixibite daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan ku tim xwestiye li gund mamostetiyê bike û wiha got: "Piştî şert û mercên li vir meriv ji xwe bawer dike ku dikare her tiştî bike. Ez fêrî gelek tiştan bûm. Min cara ewil li vir sobe dada. Şert û merc dijwar in, lê em gelek tiştan hîn dibin."
Cansu Gullera ji Samsunê jî diyar kir ku 2 sal berê hatiye Wanê.
Gullerê diyar kir ku tenê bêriya malbata xwe dike û wiha got: "Em û zarokan xweş li hev dikin û ez ji wan hez dikim."
Ayşe Başak Gozuaga ji Eskîşehirê jî diyar kir ku bi welî û xwendekaran ra têkiliyên baş datîne.
Ayşegul Durmuşa ji Tokatê jî diyar kir ku salek e li Wanê dixebite û got ku ji bo bi welatiyan ra li hev bikim kurdî fêr dibim.