Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikûlû ji bo weşana AAyê ya bikurdî fikr û ramanên xwe anîn ziman. Tanrikûlû da zanîn ku li Tirkiyê û herêmê bi milyonan însan ji bo ragihandinê û hevfêhmkirinê bi kurdî diaxivin.
Tanrikûlû wiha dewam kir: "Ajansa Adadolûyê ji îro yanî 1ê Îlonê pê ve bi zaraveyên kurdî kurmancî û soranî dest bi weşanê dike, ev tişteke pir girîng e. Him li Tirkiyê û him jî li herêmê bi milyonan însan zimanê kurdî ji bo ragihandinê bi kar tînin. Ji bo ku dê kurdî zêdetir bê bikaranîn û welatiyên kurd yên ku bi tirkî nizanin jî dê bigihêjin nûçeyên kurdî, ev gav girîng e. Em vê gava AAyê pîroz dikin."
Tanrikûlû diyar kir ku ev gav ji bo aştiya civakî û pêşveçûna têkiliyan pir baş e. Tanrikûlû ji bo xebatkarên beşa kurdî jî got: "Ez ji niha ve serkeftinê ji xebatkarên beşa kurdî re dixwazim."