Haydar Şahin
12 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Bidlîsê Medreseya Yusufîye ya dîrokî restore kirin û vegerandin kafeya pirtûkan.
Medreseya dîrokî ya di çarçoveya "Bernameya Piştgiriya Projeyên Ciwaniyê" da restorasyona wê hat temamkirin wekî kafeya pirtûkan dest bi xizmetê kir.
Bi beşdariya Wekîlê Şaredar û Waliyê Bidlîsê Oktay Çagatay kafeya pirtûkan hat vekirin. Li kafeya pirtûkan odeya gundan, pirtûkxane, odeya bînvedanê û ciyên ku xwendekar lê sipartêkên xwe çêkin hatin amadekirin.
Walî Çagatay li kafeyê geriya û got, "Fikra min ew e ku ew ê li vê derê xizmetên baş werin dayîn. Destê ciwanên keda wan tevlî bû sax be."