Önder Beyter
12 Adar 2019•Rojanekirin: 13 Adar 2019
Weqfa Alikariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanan (ÎHH) li herêma Efrînê ya Sûriyeyê ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat safîkirin, alîkariya mirovî da 2 hezar malbatî.
Kordînatorê Xebatên Sûriyeyê yê ÎHHyê Zekî Tahiroglu di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku alavên alîkariyê yên wekî qoliya xidayê, komir, xalîçe, nivîn û betanî li tevahiya Efrînê li 2 hezar malbatên xwedî pêwîstî hatin belavkirin.
Tahiroglu bal kişand ku li herêma Efrînê ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorê hat safîkirin, xebatên wan ên alîkariya mirovî û yên di warên cuda da dê bidomin û wiha dewam kir, "Li navenda navçeya Efrînê û 6 bajarokên wê, hevalên me melzemeyên di 12 tiran da li kesên astengdar û sivîlên xwedî pêwîstî belav kirin."