İbrahim Atmaca
13 Adar 2019•Rojanekirin: 14 Adar 2019
Li Qersê ekîb cemed û berfa ku zivistanê barî û di biharê da ji ber sir û sermayê nahele, dikşînin dervayî bajêr.
Li bajêr ji ber ku zivistanê berf zêde barî, li ser kolan û kuçeyan berf zêde berhev bûye û bûye cemed, her çend derbihar e jî serma hê dewam dike û germa hewayê hê di bin sifrê da ye. Ji ber vê jî berf û cemed nahele.
Şofêr û kesên ku di peyarêyan da dimeşin, ji berf û cemedê zehmetiyê dikşînin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr dest bi avêtina berf û cemedê kir.
Ekîban kolana Ataturk ji çûyîn û hatina wesayîtan ra girt û bi makîneyên kar va berf û cemedê li kamyonan bar dikin û kamyon wê berfê dikşînin dervayî bajêr.
Ev xebat li tevahiya bajêr tên kirin.