ANKARA
Li Afyonkarahîsarê Platforma Civakî ya Sivîl ku ji 34 saziyên civakî yên sivîl pêk tê bi navê "Afyon Li Îradeya Neteweyî Xwedî Derdikeve" meş hat li dar xistin.
Li ser navê platformê Nûnerê Bajêr ê Memûr-Senê Abdullah Çelik daxuyanî da û destnîşan kir ku geşedanên dawîn zirareke mezin dide Tirkiyeyê.
Li Şanliûrfayê jî hin nûnerên saziyên civakî yên sivîl der barê operasyonên li Stenbolê de piştgirî dan Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan û hikûmetê.
Serokê Şaxa Egîtîm Bîr-Senê Îbrahîm Coşkûn li ber Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniya çapeniyê ya hevbeş xwend û destnîşan kir ku ji bo li îradeya neteweyî xwedî derkevin hatine vir.
Li Ûşakê jî Platforma Siyanetê ya Îradeya Neteweyî ku ji 26 saziyên civakî yên sivîl pêk tê, diyar kir ku li ser Tirkiyeyê lîstikeke mezin tê lîstin û em ê destûrê nedin lîstikan, yê ku bi hilbijartinê hatiye dê bi hilbijartinê jî biçe.
Serokê Şaxa MUSÎADê yê Ûşakê Nûrî Arslan li ser navê platformê daxuyanî da û destnîşan kir ku îradeya siyasî û civakî him ji derve û him jî ji hundir ve pêrgî êrîşê tê.
Li Mêrdînê Platforma Saziyên Civakî yên Sivîl ên Mêrdînê ku ji 43 saziyên civakî yên sivîl pêk tê li Kolana Walî Ozan bi daxuyaniya çapemeniyê piştgirî da Serokwezîr Erdogan.
Berdevkê platformê Mustafa Aydin li ser navê platformê daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeya ku xurt e û di warê siyasî û civakî de îstiqrarê bi dest xistiye de şenseke mezin e ku hikûmeteke jêhatî desthilatdar e.
Li Kîlisê jî Platforma Piştgiriya Sivîl a Kîlisê ku ji 30 saziyên civakî yên sivîl pêk tê operasyonên ku li Stenbolê pêk hatin şermezar kirin.
Berdevkê platformê Mehmet Merkepçîoglû li ser navê platformê axivî û diyar kir ku bi berpirsiyariya ku li îradeya neteweyî xwedî derkevin û balê bikşînin ser operasyonên navteweyî vê çalakiyê li dar dixin.