Nûnerê Weqfa Arîkariya Mirovahiyê ya Azadî û Mafên Mirovan (ÎHH) yê Hîzanê Mûrat Yaşar, çû serdana Qeymeqam Sedat Încî û dibistanên li navçeyê û projeya "Her polekê birayek wî yê sêwî heye" da nasîn.
Proje bi hevkariya ÎHH, Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî, Wezareta Karên Diyanetê û Egîtîm-Bîr-Senê hat amadekirin.
Yaşar derbarê projeya "Her polekê birayek wî yê sêwî heye" de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Dawxaza me ew e ku zarok him perwerde bibin him jî ji pirsgirêkên civakî dûr nemînin, hay ji civaka ku di nav de dijîn hebin. Bila xêrxwaz û destegirê kesên din ên di civakê de ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye bin û bi vê hişmendiyê mezin bibin."
Piştre Yaşar, Nûnerên ÎHHyê yên Bitlisê Firat Kiranşal, Servet Ozyûrtî, Rahmetullah Kaya û Lutfullah Sakcî bi hev re Qeymeqam Sedat Încî ziyaret kirin û derbarê projeyê de agahî dan.
Încî ji bo ziyaretê kêfxweşiya xwe anî ziman û spasiyên xwe pêşkêşî nûnerên ÎHHyê kir.