Önder Beyter
28 Adar 2019•Rojanekirin: 04 Nîsan 2019
Welatiyên ku li taxa Gurolukê ya Bismila navçeya Diyarbekirê dijîn, di encama xebata Şaredariya Bajarê Mezin da û piştî 20 salan gihîştin ava paqij a vexwarinê.
Welatiyên ji taxa Guroluka ku 150 mal û 750 jî nifûsê wê heye, ev qedera 20 salan e ava wan a paqij a vexwarinê tuneye û vê pêwîstiya xwe ji bîran dabîn dikin. Welatî ev 20 sal bûn nikaribûn vê pirsgirêka xwe çareser bikin.
Xelkê taxê herî dawîn serî li Şaredariya Bajarê Mezin ku cîgirşaredar lê hat tayînkirin da û ligel peywirdarên Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Qanalîzasyonê ya Diyarbekirê (DÎSKÎ) civiyan û ji wan xwestin ku pirsgirêka wan were çareserkirin.
Piştî xebata ku DÎSKÎyê kir, tax gihîşt ava paqij a vexwarinê û şêniyên taxê jî gelekî kêfxweş bûn.
- "Şikir ji Xwedê ra ava me hat"
Mixtar Huseyîn Karagoz di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku pirsgirêka wan a bi salan bi destê DÎSKÎyê hat çareserkirin.
Karagoz bal kişand, ava bîran a ku wan berê jê dixwar, pak û paqij nebû û wiha dewam kir, "Hema her roj çi zarok çi navsere nexweş diketin û diçûn ser doktor. Şikir ji Xwedê ra ava me hat."
Karagoz herwisa bal kişand ku şêniyên taxê hemû kêfxweş in ku av hat û wiha got, "Xwezî ev yek ji berê da bibûya. Gava milet ava paqij dît, rûyê wan geş bû. Înşelah em ê êdî havînên bêav nebînin."
Wekîlê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Mehmet Firat Tutşî jî ragihand ku li ser daxwaza welatiyan, wan demildest dest bi xebatan kir.
Tutşî bal kişand ku di encama xebata hat kirin da pirsgirêka taxê ya ava vexwarinê bi temamî hat çareserkirin û wiha dewam kir, "Êdî bi vî awayî aveke baş, paqij û bênavber dê li taxê were. Herwiha li seranserê Diyarbekirê li gelek gundan me xizmeta bi vî rengî da."