01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
DIYARBAKIR
Ekîbên polêsan ên ku li xwendingehên Sûra navçeya Diyarbekirê ji bo ewlehiyê agahî dan zarokan û paşê bi wan ra gog lîstin.
Polês di çarçoveya "Bernameya Piştgirî û Parastina Civakî ya Siberoja Ewledar û Jiyana Ewledar" da agahiyan didin xwendekarên li xwendingehên Baxlar û Sûra navçeyên Diyarbekirê perwerdeyê dibînin.
Di projeya ku berfanbara sala par dest pê kir da polêsan agahî dan 10 hezar xwendekarên li 23 dibistanên seretayî û hedef ew e ku bigihêjin 20 hezar xwendekarî.
Di agahîdayîna li Dibistana Seretayî ya Îsmet Paşayê da polêsan der barê pîşeya polêsiyê da agahî dan xwendekaran û ji wan ra qala rêz û rêziknameyên tirafîk, înternetê, mijarên windabûn û revandinê kirin.
Polêsan bi mînakan va ji zarokan ra qala tevdîrên ewlehiyê kirin ku dibê ji karên nebaş dûr bisekinin û paşê jî pirsên zarokan bersivandin.
Piştî semînerê polêsan amûrên kirtasiyeyê bi diyarî dan xwendekaran.
Xwendekaran bi kêfxweşiya diyariyan va bi polêsan ra gog lîst.
Xwendekaran ji bo semînerê gotin ku perwerdeyeke zehf kêrhatî bû.