10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2016
MALATYA
Li Malatyayê Haci Omer Kiliçê 58 salî ji ber nexweşiya bêhnçikîn, vereşîn û bêhaliyê çû ser dixtor, lê li nexweşxaneyê pê hesiya ku kansêra xwînê pê ra heye. Ji birayê wî mêjî neqlî Kiliç kirin û şûnde Kiliç hewl dide ku li ser piyan bimîne. Piştî tedawiyê porê Kiliç reş bû.
Kiliçê ku li taxa Sultanliya li ser navçeya Kulunçakê rûdinê, cotkariyê dike û 3 zarokên wî hene. Kiliç bi qasî 3 sal berê ji ber gazinca bêhnçikîn, vereşîn û bêhaliyê çû Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê. Piştî tetqîqan Kiliç sewqî Navenda Tibê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Înonuyê kirin û li vir teşxîsa kansera xwînê dan ser Kiliç.
Li dû destpêka tedawiyê, Kiliç dora 2 mehî di bin kemoterapiyê da ma û ji birayê wî Tûran Kiliç ku 45 salî ye, mêjî neqlê wî kirin. Neqla mêjî bi serkeftî pêk hat û siheta Kiliç hat ciyê xwe. Lê Kiliç li nexweşxaneyê din bin çavdêriyê da ma. Dû re Kiliç ferq kir ku por û rihê wî yê spî, reş bûye.
Kiliç di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê wî gelek zehmetî kişand, lê aniha ji ber ku halê wî baş e, ew gelekî kêfxweş e.
Kiliç bal kişand tevî ku siheta wî hat cî, por û rihê wî jî reş bû û ev jî ji bo wî kêfxweşiyek e û wiha dewam kir, "Piştî neqla mêjî min xwest ku tiraş bibim. Lê carekî jî min dît ku rihê min reş bûye. Dema ku emrê min 30 bû por û rihê min spîçîl bû. Îro ez bûme 58 salî porê min, rihê min reş tê. Ez pê nizanim ka tu eleqeyeke vê, bi neqla mêjiyê hestû heye an na."
"Heta niha min tiştekî bi vî rengî nedîtiye"
Berpirsê Navenda Neqla Mêjiyê Hestî ya Navenda Tibê ya Turgut Ozal a Zanîngeha Înonuyê Doç. Dr. Mehmet Alî Erkurt jî da zanîn ku biqasî 2 sal berê Kiliç serî li nexweşxaneyê da û wan jî pêra pêra dest bi tedawiya wî kir û ji birê wî mêjiyê hestî neqlî Kiliç kir.
Erkurt bal kişand ser wê xalê ku dema nexweş serî li nexweşxaneyê da por, simbêl û rihê wî tev spî bûn û wiha pê da çû:
"Beriya neqla mêjiyê hestî, porê nexweş bi temamî weşiya, dû re me dît porê wî yê teze reş tê. Ev jî ji bo nexweşê me bihara duduyan e ku piştî neqlê qewimî. Me dît ku por û rihê wî jî reş dibin. Aniha jî dewam dike. Beriya niha min tiştekî wiha nedîtibû. Me dîtibû ku piştî tedawiyê porê nexweşên me tê, lê me yê reş nedîtibû. Nexweşê me 58 salî ye û porê wî dîsa jî reş tê. Em jî bi vî va kêfxweş in ji ber ku ev, serkeftina tedawiyê piştrast dike."