10 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2016
PARÎS
Ji bo qurbaniyên êrîşên terorê yên ku par li Parîsa paytexta Fransayê qewimîn, merasima bibîranînê hat lidarxistin.
Serokomarê Fransayê François Hollande, Serokwezîr Manuel Valls, Şaredara Parîsê Anne Hidalgo, Wezîrê Karên Derva Laurent Fabius, Serokê Senatoyê Gerard Larcher, wezîr, parlementer û xizmên qurbaniyan beşdarî merasima li Qada Komarê bûn.
Serokomar Hollande, Serokwezîr Valls û Şaredar Hidalgoyê vekirina lewheya bibîranîna qurbaniyên êrîşên terorê yên ku di 2015an da qewimîn, kirin û kulîlk danîn ber peykerê "Marianne"yê. Li ser lewheyê, "Ji bo bîranîna êrîşên terorîst yên di Rêbendan û Mijdara 2015an da. Xelkê Fransayê tevî rêza xwe wan bi bîr tîne" heye.
Di merasimê da ji bo nîşandana rêza xwe deqeyekê çik sekinîn û Koroya Artêşa Fransayê jî sirûda neteweyî "Marseillaise" xwend.
Di merasimê da hunermendê navdar ê fransî Johnny Hallyday strana "Di meha rêbendanê da rojeke yekşemê" ya ku ji bo qurbaniyên terorê par hatibû çêkirin, got.