16 Gulan 2016•Rojanekirin: 17 Gulan 2016
MALATYA
Zanyar Aziz Sancarê xwediyê Xelata Kîmyayê ya Nobelê bi destnivîsa xwe bersiva nameya xwendekarên pola 3ya yên Dibistana Sereta ya Begum Kartala Meletyayê da.
Zanyar Aziz Sancar jiyannameya xwe ya ji zarotî heta cîhana zanistiyê bi destnivîsa xwe nivisî û bi nameyeke 2 rûpelî bersiva zarokên Meletyeyî da.
Sancar di nameyê da bi destnivîsa xwe nivisî ku li Savura navçeya Mêrdînê hatiye dinyayê û malbata wî bi cotkarî û çandiniyê debara xwe dike û dibêje ku "Em feqîr nedihatin hesêbê"
Sancar wiha jî nivisî, "Heta pola 8a pêlava mina ku di jiyana rojane da li pêkim tunebû. Tenê dema diçûm dibistanê min dikire pê. Wekî din ez û birayê xwe di kolanan da em xas digeriyan."
Sancar anî ziman ku di dema lîseyê da jî di heman şert û mercan da xwendina xwe domandiye û spartekên xwe li ber lembeya xazê çêdikirin û got, "Heta 14-15 saliya xwe ez di warê futbolê da qeleciyekî serkeftî bûm û min dixwest di Taximê Millî yê Tirkî da bileyizim, lê ji ber ku bejna min têrê nekir min dev ji vê xeyala xwe berda û piştî pola 2ya ya lîseyê min giranî da dersxwendinê. Ji ber vê yekê jî ez di Lîseya Mêrdînê da û di Fakulteya Tibbê ya Zanîngeha Stenbolê da bi yekemîn mezûn bûm."
Rêya stendina Nobelê
Zanyar Aziz Sancar destnîşan kir ku tu carê ew helwest pê ra çênebûye ku bêje "ezê gelekî bixebitim û Xelata Nobelê bistînim" ji ber ku yên xwediyê van helwestan hertim wenda kirine.
Sancar got, "Pûlikên ku PTTyê bi navê min çapkirin, şiklê bakterî û DNAya mirovan heye. Min ew mekanîzma keşif kir. Ez bextewerî û aramiya ku min ji wê bidest xist, ne bi Nobelê ne bi hîç xelatekê dî naguherim."