20 Nîsan 2017•Rojanekirin: 25 Nîsan 2017
BOLU
Cengiz Selekê 51 salî li Boluyê pînedûz e û 35 sal e di dikana xwe ya 5 mêrteqareyî da pêlavan temîr dike.
Selek daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li taxa Buyukcamiya Boluyê di dikaneke 5 mêtreqareyî da 35 sal in şekalan temîr dike û debara mala xwe pê dike.
Selen diyar kir, wî wek çirax dest bi vî pîşeyî kir û wiha dewam kir: "Kar û bar bi qasî salên 1970 û 1980yî tuneye. Sedema vê ya sereke solên hazir pir bûne, kîjan sol dikeve ber merivan dikirin. Şekalên emîtasyon zêde bûne. Ev sol erzan û bê qalîte ne û ji bo tenduristiyê zirar in. Dibe ku perê welatiyên me têra wan solan dike û loma wan solan distînin."
Selek diyar kir, ji bo tenduristiya pê, divê her kes şekalên çerm pêke.
Selek destnîşan kir ku di pîşeyê wan da êdî çirax tunene, piştî ku xebatkarên piyaseyê jî dest ji vî karî berdin, ev pîşeyê ji holê rabe.
Selek diyar kir ku ew hin rojan sed lireyî jî qezenc dike, roja ku qet pere qezenc nake jî heye.