Mehmet Emin Gürbüz
01 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2024
Li taxa Çiyayê Boluyê yê li rêbeja D-100î ya ku di navbera Enqere û Stenbolê da hatin û çûyînê peyda dike, mij û dûman çêbû û mesafeya dîtinê kêm bû.
Li taxên Yumrukaya, Xaçerêya Abantê, Bakacak, Seymenler û Karanlikdereyê yên dora rêbejayê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê kêm bû.
Şofêr li cihên fetlonek û bilind hêdî çûn û hatin.
Ekîbên trafîk û rêbejayê hişyarî dan şofêran ku ew bilez neçin û bi awayekî şaş ji wesayîtên din derbas nebin.