Önder Beyter
18 Hezîran 2019•Rojanekirin: 19 Hezîran 2019
Li Şanliurfayê welatiya bi navê Hatice Oguz ji bo ku li birayê xwe yê mezin Omer Oguzê 72 salî ku piştî derbeya 1980yan qederekê di girtîgehê da maye û hin nexweşiyên wî hene binihêre, qet nezewicî û di maleke yekçavî da di şertên giran da têkoşîna jiyanê dide.
Xwîşk û birayê ku li navçeya navendê Eyubîyeyê di maleke yekçavî da bi meaşê kaltî û astengdariyê ku dewlet dide va debara xwe dikin, çaverêyî wê rojê ne ku alîkariya wan were kirin da ku şertên giran ên jiyana wan hinekî sivik be û qet nebe hinekî xweşiyê bibînin.
Omer Oguz ku çend nexweşiyên wî yên wekî têrênekirina dil, bêhnefişkî û helîna hestiyan hene, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wî di salên xwe yên ciwaniyê da bi karkeriya demsalê debara xwe dikir, lêbelê piştî derbeya 12ê Îlona 1980yan ew hat binçavkirin.
Oguz destnîşan kir ku wî gelekî zehmetî kişand, ew hat girtin û ji bo Diyarbekirê hat veguhestin û herwiha 6 mehan her roj gelek êşkenceyên xirab lê hatin kirin û lewma jî gava hat berdan bi rojan bi ser xwe da nehat.
Oguz got ku dê û bavên wî mirin û lewma xwîşka wî Haticeyê li wî mêze kir û wiha dewam kir:
"Ji ber nexweşiyê ez nezewicîm. Kes tunebû ku li min binihêre û lema jî Haticeyê ji bo ku li min binihêre xwe feda kir û qet nezewicî. Heger xwîşka min nebûya niha ez ji zûda miribûm, Xwedê ji wê razî be. Ji xeynî meaşê min ê kaltîyê û meaşê wê yê astengdariyê, tun dahateke me ye din tuneye. Xwedê ji dewleta me razî be, ka ev meaşa jî nebûya me yê çi bikira. Em di maleke yekçavî da dijîn. Ez ji rayedaran dixwazim ku li ser erdê me ji me ra maleke xweştir çêbikin. Em herdu jî nexweş in û êdî ez kal bûme û ew jî pîr bûye. Kes tune li me bibihêre, hema qet nebe maleke me hebe, em ê hinekî xweşiyê bibînin."
Hatice Oguzê jî got ku gava birayê wî hat girtin, ew hê 16 salî bû û rojên teng û dijwar ji wê rojê û pê va dest pê kirin û wiha dewam kir:
"Ez û birayê min em bi salan berê bi hev ra xebitîn û me maleke ku odeyek û metbexeke wê heye, çêkir. Gava ji girtîgehê derket, me xwest ku bizewice û ji xwe ra malbatekê ava bike. Lêbelê ji ber nexweşiyên wî yên ku sedemê wê ew êşkece ne ku di girtîgehê da lê hatin kirin, nikaribû bizewice, bi serê xwe ma.
Min nikaribû wiha ew tenê bihîşta ku nexweş e û pêwîstiya wî bi xizmetê heye. Heger ez bizewicîyama jî ka gelo mêrê min dê bihîşta ez lê binihêrim? Hin kesan dawa min kirin, lêbelê ji bo kekê xwe, min qebûl nekir. Ji ber nexweşiyê ez ji dilê xwe anjiyo bûm û dewletê ji min ra jî meaş girêda. Xwedê ji Recep Tayyîp Erdogan û dewleta me razî be. Niha daxwaza me bi tenê ew e ku malekê ji me ra çêbikin da ku em hinekî xweşiyê bibînin."