Türkan Tosun
19 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Li Hîzana navçeya Bidlîsê di meha hezîranê da tîm ji bo rêyên bi berfê va hatine girtin vekin dixebitin.
Li Hîzana navçeya Bidlîsê di meha hezîranê da tîm ji bo rêyên bi berfê va hatine girtin vekin dixebitin. ( Ahmet Okur - Anadolu Agency )
Tîmên Îdareya Taybet a Bajêr li gundê Horozdereyê ji bo rêya Zozana Meydanê ya ku bilindahiya wê 3 hezar û 800 mêtroye vekin dixebitin.

Li Zozanê hin cihan qalindahiya berfê digîhîje 5 mêtroyan.
- "Em gihîştin dawiya meha hezîranê lê hê jî berf heye"
Şefê Şantiyeya Navend a Hîzanê Zemerhan Dîlsîz ji rojnamevanan ra daxuyand li hin deverên zozanê berf zêde heye û wiha axivî: "Em 5 roj in li vir dixebitin. Hin cihan qalindahiya berfê digîhîje 5 mêtroyan. Em gihîştin dawiya meha hezîranê lê hê jî berf heye û em dixebitin. 16 rêyên zozanan hene ku divê bên vekirin. Heta em hemûyan vekin emê bixebitin."

- "Dema rê bên vekirin hemû gundî û koçer wê derkevin zozanan"
Di meha hezîranê da berfê paqij dikin
Mixtarê gund Kiyasettîn Aydin jî got qismeke mezin a rêyan hatiye vekirin û wiha dewam kir: "Heywanên me niha li gund in. Dema rê bên vekirin hemû gundî û koçer wê derkevin zozanan. Berf îsal zêde barî. Par van çaxan berf tune bû. Înşallah heta çend rojan xebat wê xilas bibin û welatî jî bigîhîjin rehetiyê."