Abdullah Tel
11 Tebax 2018•Rojanekirin: 13 Tebax 2018
ŞANLIURFA
Li Eyûbiyeya navçeya Şanliurfayê pîra 77 salî Rahîme Acîn ji bo hînî xwendin û nivîsandinê bibe hewl da û di nav sê mehan da gihîşt mirazê xwe.
Bernameya seferberiya xwendin û nivîsandinê ya ku Emîne Erdogana xanima Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destpêkirin li bajarên curbecur ên welêt berhemên xwe dide.
Şaredariya Eyûbiyeya navçeya Şanliurfayê jî di vê çarçoveyê da li Navenda Çandê ya Walî Îzzettîn Kuçuk qursek vekir û di wê qursê da xwendekara herî zêde balê dikşîne jî Rahîme Acîn a 77 salî ye. Acîn digel emrê xwe bi serfiraziya xwe balê dikşîne.

Bavê Acînê ew nedaye ber xwendinê û mêrê wê jî miriye û ji ber vê jî wê xwe daye ser 9 zarokên xwe û ji ber vê heta vî emrê xwe ji xwendinê dûr maye.
Lê wê hemû zarokên xwe yên sêwî daye ber xwendinê û sê meh berê jî wê berê xwe daye qursa xwendinê ya li taxa xwe ya ku şaredariyê vekiriye.

- "Ez bi xeletî diçûm taxên din"
Acînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber xwendin û nivîsandin nizanibû bi salan gelek zehmetî kişand û wiha pê da çû: "Herî baş ez ji halê kesên bi xwendin û nivîsandinê nizanin fehm dikim. Ez êdî dikarim bi rihetî herim her aliyî. Heke ez herfan nizanibim ez ê çawa biçim devera ku dixwazim herimê. Ez niha bi xwendinê zanim û dikarim bi rihetî werim Taxa Baglarbaşiya ku mala min lê ye. Min berê nizanibû û ji ber wê jî pirî caran diçûm taxên xelet. Min jî got ku çi dibe bila be ezê herim qursê û xwendin û nivîsandinê hîn bibim, ez hatim vê derê û bi ser jî ketim."
Pîra 77 salî Rahîme Acînê got ku gelek kesan ji ber ku di vî emrî da xwendin û nivîsandinê hîn bûye ew pîroz kirine.
Hevalên Acînê yên polê ku di emrê zarok û neviyên wê da ne jî ji ber serfiraziyê ragihandin ku ew ji wan ra dibe mînak li wê dinihêrin û tên qursê.
Serokê Şaredariya Eyyubiyeyê Mehmet Ekîncî jî hat kesên tên qursê ziyaret kir û der barê perwerdehiya tê dayîn da agahî hilda û ji nêz va bi pîra Acînê ra eleqedar bû û ji ber serfiraziyê ew pîroz kir."