Muhammet Kurşun
27 Sibat 2017•Rojanekirin: 28 Sibat 2017
İSTANBUL
Li ser jiyana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, filmek bi navê Reîs hat kişandin û Galaya xwe kir.
Ji bo numayişa ewil a filmê bi beşdariya Derhêner Hudaverdî Yavuz û Senarîst Murat Ozdil û lîstikvanên film birêve çû.
Lîstikvan Reha Beyogluyê ku di filîm de Erdogan dilîze, anî ziman ku bi taybet ji ber rojbûna Serokomar Erdogan numayişa ewil îro dane.
Beyoglu diyar kir ku di filîm de zarokî, şaredarî û mapûsiya Erdogan hatine kişandin û got: "Kişandin 3 mehan dewam kir. Bi tu awayî mudaxeleya birêz Serokomar tê de çênebûye. Hêvîdar im dewama wê were kişandin."
Lîstikvan Ozlem Balcî ku rola Emîne Erdogan dilîze jî diyar kir ku ew bi hûrgilî xebitîne û filmekî hêja kişandine.
Film li Qibris, Stenbol, Kirklarelî û Bûrsayê hat kişandin.
Film tevahî seetek û nîvekê dikişîne.
Film wê ji 3ê Adarê pê ve bikeve vizyonê, dê herkes karibe temaşe bike.