E.O
27 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê Emîne Hamamciya 80 salî ya ku astengdarê bedenê ye tevî ku nexweş e jî li qadan nobeda demokrasiyê digire û berteka xwe ya dijî teşebûsa derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) nîşan dide.
Kurê Hamamciya ku ev bi qasî 20 salan e ku ji ber nexweşiya xwe di nav nivînan de ye û nikare biaxive, Mustafa Hamaciyê 42 salî hewcedariyên wê pêk tîne û bi îşaretên destan pê re diaxive.
Hamamci li Tirkiyeyê bû şahida ku di dema derbeyên 27ê gulanê û 12ê îlonê û muxtiraya 12ê adarê û 28ê sibatê de qewimîn ji bo ku car din rastî heman mexdûriyetan neyên bi armanca daketina kolanan ji Şaredariya Eyyubiyeyê arîkarî xwest.
Hamamciyê bi arîkariya ekîbên tenduristên yên şaredariyê anîn Qada Rabîayê û Hamamciyê li wir bi sedan kesî re beşdarî çalakiya bertekê bû.
Mustafa Hamamci daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan daketin kolanan.
Hamamci diyar kir ku dê nobeda demokrasiyê berdewam bikin û wiha axivî:
"Me xwest ji bo ku bertek nîşanê kesên ku di 15ê temûzê de hember dewlet û welatê me teşebûsa derbeyê kirin, bidin dakevin kolanan. Me bi diya min re her dem ji bo Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dia kir. Min telefonî Şaredarê me yê Eyyubiyeyê kir û gotê ku ez dixwazim ku bi diya xwe re biçim qadê. Wî jî ji me re xebatkarên şaredariyê şandin û bû wesîle ku em bên vir. Xwedê ji wan razî be. Em li Şanliurfaya bajarê pêxemberan heta nefesa xwe ya dawîn li pişt Serfermandar Recep Tayyîp Erdogan in. Em dixwaazin ku her roj nobeda demokrasiyê berdewam bikin, em amade ne ku ji bo alaya xwe xwîna me birije."
Şaredarê Eyyubiyeyê Ekîncî jî destê Hamamciya ku digel nexweşiya xwe ji bo nobeda demokrasiyê hat qadê ramûsand û ji ber piştgiriya wê spasiya wê kir.