Rihaya ku di nav bajarên herî germ de cih digre, bi Navenda Xweşiqitandinê ya Qerejdaxê ve dixwaze zivistanê jî li bajêr turîzm pêş ve here.
Navenda Xweşiqitandinê ya Qerejdaxê 45 kîlomêtro nêzîkî navçeya Sêwerekê ye û wek Uludaga Rojhilatê Başûr tê binavkirin.
Bi taybetî dawiya hefteyê û dema dibistan tetîl dibin gel diçe wir, xwe dişiqitîne û di wê hewaya paqij de kebaban çêdike.
Şaredariya Mezin a Rihayê ji bo ku şev jî li navendê mirov bikaribin bibin mêvan projeyek da destpêkirin. Piştî xebatan li navendê wê tesîseke mêvan lê bisekinin, telesiyej û pîsteke nû wê bê çêkirin. Bi vê projeyê ve armanc ew e ku turîzma zivistanê li vir jî pêş ve here.
Qaymeqamê Sêwerekê Hamza Erkal ji nûçegihanê AA ye re daxuyand ku dema xebat qediyan ev der wê bibe navendeke gelekî xweşik û wiha axivî: "Navenda Xweşiqitandinê ya Qerejdaxê wê di pêşerojê de wek Uludag û Kartepeyê bibe cihekî balkêş. Jixwe ji herêmê mirov tên vir, lê heke ji Edeneyê, Mêrsînê, Hatayê û herêmên din mirov bên ev navend wê pêşve biçe. Ji bilî vê, turîst wê kevneşopiyên herêmê bibînin. Li herêma Kerejdaxê nebatên xwezayî û li cihên din nayên dîtin digihêjin. Kesên bên vir wê van nebatan bibînin û bixwin."