Haydar Şahin
02 Nîsan 2020•Rojanekirin: 03 Nîsan 2020
Li Erdexanê berfê bi şev dest barînê kir û bi navber dewam kir, bajar çîl û sipî bû.
Bi berfa zêde barî va rê, peyarê û ser dar û wesayîtan berf girt.
Ekîbên şaredariyê ber destê sibê dest bi xebatên paqijkirina berfê kirin.
- Qers
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê jî berfê bi şev dest barînê kir û ji ber berfa barî welatî di tengasiyê da man.
Li navenda navçeyê bihustek berf ket û li navenda xweşiqitandinê jî berf 20 santêm ket.
Welatiyên şebeqê çavên xwe vekirin ku her alî çîl û sipî bûye jî berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.