Hüseyin Demirci
09 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2024
Li Qersê "penêrê gravyer" ku ji şîrê çêlekên zozanên bilind tê çêkirin, hat tescîlkirin û şêniyên herêmê bi tescîlbûna penêr şa bûn.
Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Qersê (KATSO) di sala 2021ê da serî li Enstîtuya Patent û Marqeya Tirk da û saziyê di 17ê Îlonê da belgeya tescîlê da penêrê herêmî.
Hilberîner ji mandireyên bajêr şîr berhev dikin û wî şîrî seba penêr di çend qonaxan da amade dikin û paşê berdidin sîtilan û heta ku bibe lor dikelînin.
Şîr ji sîtilan berdidin qaliban û 48 saetan datînin ku bibe penêr. Paşê di navbera 6 û 9 mehan da li cihekî mihafeze dikin.
Hilberîner û dezgehên ku penêr difroşin, ji bo tescîlkirina penêrê gravyer şa bûn û wê di sezona nû da êdî penêrê gravyer ê tescîlkirî bifiroşin.
Firoşkar Furkan Turut ji nûçegihanê AAyê ra got ku tescîlkirina gravyerê Qersê hilberîner û firoşkar pir şa kir.
Ji welatiyan Oguz Ozdemir jî daxuyand ku penêrê gravyer ji şîrekî pir taybet tê çêkirin û wiha dewam kir, "Gravyera me ya ku tehma wê pir xweş e, hat tescîlkirin. Ser xêrê be, em pêşniyaz dikin ku her kes tehma vî penêrî binihêre."